Bavê şehîd Hêro: Terora li dijî gelê Kurd qebûl nekin!

 Bavê şehîd Hêro Behadîn bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku kiryarên terorî yên dijî gelê Gelê Kurd qebûl nekin û got: "Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin”

Bavê şehîd Hêro: Terora li dijî gelê Kurd qebûl nekin!
24 tebax, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bavê rojnamevan Hêro Behadîn a ku duh di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû,  Behadîn Abdullah der barê êrişa hovane ya dewleta Tirk de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Behadîn destpêkê aliyên ku dijberiya gelê Kurd dikin û destên derve tînin nav xaka Başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin. Ji bo Dije Terora PDK’ê şerm û mirine ku bûyerê berovajî radigihîne."

Behadîn dawiyê de bang li rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbuyî kir ku kiryarên dijî gelê Kurd qebûl nekin û got: “Ji ber ku ev êriş hemû astekê derbas kirine, gelek kesên din weke keça min hatine qetilkirin."