Dewleta Tirk li dijî dijberên xwe koma ‘Ketaêb El Mewt El Turkmaniye’ ava kir

Dewleta Tirk a dagirker ji bo tesfiyekirina dijberên normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de û siyasetên wê yên li herêmên dagikrirî komeke çeteyan a bi navê "Ketaêb El Mewt El Turkmaniye’ ava kir ku berdewama "Gurên Boz" e.

Dewleta Tirk li dijî dijberên xwe koma ‘Ketaêb El Mewt El Turkmaniye’ ava kir
24 tebax 2024   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker piştî xwepêşandanên li dijî normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de û siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, koma bi navê “Ketaêb El Mewt E Turkmaniye” ava kir. 

Li gorî agahiyan, ev kom ji çeteyên Tirkmen pêk tê û kesên li dijî fermanên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî derdikevin, tesfiye dike, bi taybet di mijara korîdora Ebû Zendên de û tevgera bazirganiyê ya di navbera herêmên dagirkirî û hikumeta Şamê de.

Kom girêdayî "Sultan Murad" e û Fehîm Îsay ê li bajarokê Raî dimîne, serçeteyê wê ye. Li gorî agahiyan, berdewama koma "Gurên Boz" ên girêdayî MHP`ê ye û endamên wê hemû Tirkmen in.

Niha kom, çavdêriya dijberên normalîzekirinê yên li herêma Bab û Ezazê dikin.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker fermanek dabû ku di 24 saetan de tevahî çete ji Ebû Zendên vekişin an jî dê pereyên serçeteyên wan ên di bankên Tirkiyeyê û derveyî wê de bên desteserkirin û mehaneyên çeteyan, kehrebe û înternetê bi temamî ji ser herêmên dagirkirî bibire.

Li herêmên dagirkirî, nemaze li Babê, li dijî vekirina Ebû Zendên xwepêşandanan dest pê kir ku vekirina korîdorê wek destpêka normalîzekirinê dibînin.

(şx)

ANHA