Barrack: Divê hikumeta Sûriyeyê hesab bide

Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê ji bo Sûriyeyê û Lubnanê Tom Barrack got divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji ber pevçûnên li Siwêdayê hesab bide.

Barrack: Divê hikumeta Sûriyeyê hesab bide
21 tîrmeh, 2025   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê DYA'yê yê ji bo Sûriye û Lubnanê Tom Barrack li Beyrûtê di civîneke çapemeniyê de got: "Em bi fikar, êşeke mezin û hestiyarî û alîkarîdayîn geşedanên li Siwêdayê dişopînin. Divê hesab ji hikumeta Sûriyeyê bê pirsîn.”

Barrack anî ziman ku hemahengî di navbera Sûriye û welatên derdorê de û Îsraîlê de heye. Barrack di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Washington hewl dide alîkariyê bide lubnaniyan da ku aştî pêk were, lê çareserî di destê hikumeta Lubnanê de ye. Her wiha got DYA Hizbullahê wekî rêxistineke terorî dibîne, lewre dê diyalogan pê re neke.

Tom Barrack anî ziman ku Washington difikire ku cezayan li ser Lubnanê bisepîne û da zanîn ku Lubnan beşeke îstîqrara herêmê ye.

Barrack bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî got: "Em hewl didin binkeftina agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de jî çareser bike. Mafê DYA’yê tune ye ku Îsraîlê neçarî tiştekî bike… Amerîka tenê dikare bandorê bike.”

(bb)