Li Îranê Jinek din hate binçavkirin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana ragihand ku jinek ciwan li Yasuc hatiye binçavkirin û dijî binçavkirinê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li Îranê Jinek din hate binçavkirin
21 tîrmeh, 2025   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana di 17’ê vê mehê de jina bi navê Mehsa Şefeî li bajarokê Yasuc ya ser bi parêzgeha Kohgiluye ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatiye binçavkirin.

Hate gotin ku Mehsa bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û ji bo girtîgeha li herêmê hatiye veguhestin.

Li gorî heman çavkaniyê hêzên îstîxbaratê beriya ku Hemsa binçav bikin, avêtine ser mala Hemsa û bavê wê dane ber lêpirsînê û geflê xwarine. Hate gotin ku kel û pelên elektronî yên Hemsa jî hemû hatine desteserkirin.

Çavkaniyê ragihandi ku piştî binçavkirinê, Hemsa dijî binçavkirin û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Tê gotin hêzên Îranê bi tometa Hemsa, di dema şerê navbera Îsraîl-Îranê de alîkarî daye ragihandina dervey welat, hatiye binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye Hemsa Şefeî 22 saliye û gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye binçavkirin. Hemsa xwişka Parsa Şefeî ya ku di dema serhildana Jin, Jiyan Azadî de hatibû qetilkirine.