Banka Navneteweyî 146 milyon dolar ji bo beşa kehrebê da Sûriyeyê

Di çarçoveya projeya awarte ku Banka Navneteweyî ji bo ji nû ve sererastkirina binesaziya kehrebeyê ya zirardîtî û başkirina xizmetguzariyên enerjiyê li herêmên Sûriyeyê de, Sûriyeyê 146 milyon dolar ji bo piştgiriya beşa kehrebeyê wergirtin.

Banka Navneteweyî 146 milyon dolar ji bo beşa kehrebê da Sûriyeyê
25 hezîran, 2025   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Banka Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand ku Meclisa Gerînendeyên Cîbicîkar a Bankê, li ser dayîna 146 mîlyar dolar ji bo pêşgirtiya kehrebeyê li Sûriyeyê erê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku projeya awarte ya kehrebê li Sûriyeyê (Syria Emergency Electricity Project-SEEP) armanc dike ku ji nû ve xetên veguhastinê û stasyonên şaxî yên transformên kehrebê yên zirardîtî sererast bike, alîkariya pîşeyî ji bo pêgirtiya pêşxistina beşa enerjiyê pêşkêş bike û şiyanên saziyane ava bike.

Beşa kehrebê li Sûriyeyê ji zû de zehmetiyên peydakirina alavan dikişîne, bi taybet di 5 salên dawî de, bi wê re ewlehiya enerjiyê ji bo beşên mezin ên niştecihan û beşên aboriyê qut bû.

Binesaziya veguhestin û belavkirina kehrebeyê li Sûriyeyê zehmetiyên mezin ên xisrar û ziraran dikişîne û pêdiviya wan bi sererastkirin û nûkirinê di zûtirîn dem de heye.

Li kêlek wê jî kêmasiya restorakirin, peydakirina parçe û fînansekirinê, ev rewş krîztir kir.

Gerînendeyê Daîreya Rojhilata Navîn a Banka Navneteweyî Jean-Christophe Carré li ser vê piştgiriyê parve kir û got, "Ji nava hewcedariyên lezbûna jinûve tamîrkirina Sûriyeyê, mijara jinûve sererastkirina beşa kehrebeyê derket pêş. Ji ber ku kehrebe îstîsmarkirineke stratejîk a başkirina şert û mercên jiyanê ji bo gelê Sûriyeyê û ji bo vegera penaber û koçberan piştgiriyek e."

(mh/fr)