Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
25 hezîran, 2025   21:00
QAMIŞLO

Bi organîzekirina Însiyatîfa Gel û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, û bi diruşma "Ji bo Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî", bi hezaran kes tev li meşa girseyî ya li Qamişloyê bûn. Di meşê de şêniyan bang li desthilatên Tirkiyeyê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tedbîrên lez bigirin.

Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Meş li nava kolana giştî ya bajêr geriya. Di meşê de şêniyan diruşmayên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan weke; "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok"û "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar a li naverasta bajêr vegerî mîtîngê. Li wir endama Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Qamişloyê, Şeha Xelîl axivî. Şeha got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo beriya 120 rojan kiriye, ew misoger klîta çareseriyê li Rojhilata Navîn e û wê ev banbg bibe mertala parastinê ji bo tevahî gel û neteweyan."

Şeha ji ber mayîna Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de mixabîniya xwe anî ziman û got: "Mixabin xwediyê vê felsefeyê û vê projeyê hîna di girtîgehê de ye û heta niha dewleta Tirk tu bersivê ji bo sedema mayîna wî di girtîgehê de nade."

Şeha bang li desthilatên Tirkiyeyê kir ku gavên bilez ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan biavêjin, rê li ber komîteyên Aştî û Civaka Demokratîk vekin ku karên xwe di hundirê parlamentoya Tirkiyeyê de bikin û got: "Ger Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih neyê, wê hemû berdêlê bidin."

(fr)

ANHA