HBDH’ê li Amedê çalakiya sabotajê li dar xist

Milîsên HBDH’ê 8’ê Mijdarê li bejahiya Amed-Hazroyê li dijî konvoya dewleta Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kirin.

HBDH’ê li Amedê çalakiya sabotajê li dar xist
11 mijdar, 2023   16:09
NAVAENDA NÛÇEYAN

Milîsên Axîn Mûş ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyêk nivîskî çalakiya sabotajê  ya li navçeya Hazro ya Amedê de wiha got:  “8’ê Mijdarê me li bejahiya Amed-Hazroyê li dijmin xist. Yekîneyên milîsên me yên ku navê Fermandar Axîn Mûş hildane, li dijî konvoya dijmin çalakiya sabotajê kirin. Li bejahiya Hazroyê varîla teqemeniyê ya bi tîpan hatî bihêzkirin, di dema derbasbûna wexsayîtên zirxî de hat teqandin. Piştî teqînê hat dîtin ku bi helîkopteran birîndar hatin rakirin.”

Gelên me ji bo azadiya xwe û ji bo ku ji vê sîstema faşîst a qirker rizgar bibin, berdêlên giran didin. Gelê Kurd bi hezaran ewladên xwe di vê oxirê de da. Ti carî koletî qebûl nekir. Agirê azadiyê yê ku ji Kawa standî, gihand hemû çiyayên Kurdistanê.

Dewleta faşîst li Bakur, Başûr, Rojava û her li kuderê êrîşî hêzên şoreşa yekbûyî ya gelên me bike, em ê li wir, li çeper, li metropolan bersivê bidin. Ji gerîlayan heta milîsan hemû hêzên şoreşa yekbûyî wê mil bi mil vê sîstema mêtinger a qirker hilweşînin!”