‘Banga Rêber Apo û biryarên PKKˋê gavên ber bi aştiyê ve ne’

Xelkê Holê diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û bersivdana PKKˊê ya ji bangê re gavên ber bi aştiyê ve ne û serkeftinek e.

‘Banga Rêber Apo û biryarên PKKˋê gavên ber bi aştiyê ve ne’
24 tîrmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Bersivdana gel ji Banga Aştî û Civaka Demorkatîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn dewam dike. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bersiva vê bangê da û gelek gav avêtin; gava herî dawî jî komeke fermandar û gerîlayan ji bo bersivdana banga Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin.

Girêdayî mijarê, welatî Ehmed El Ebdo diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan di demeke hestiyar de ku şer û alozî li seranserî cîhanê gur in, hat kirin û got biryara PKKˊê ya şewitandina çekan tê wateya dest bi têkoşîna siyasî dikin.

El Ebdo bal kişand ser ku hin alî îdia dikin ku şewitandina çekan ji hêla PKKˊê ve têkçûyîna wê ye û ev tişt anî ziman: "Ev têgeh şaş û çewt in. Ji ber PKKˊê li ser rêgeza têkoşîna di oxira wekhevî û azadiya gelan de hat damezrandin."

Di dawiya axaftina xwe de El Ebdo destnîşan kir ku însiyatîfa aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin serkeftina mezin a wî û PKKˊê ye.

Li aliyekî din jî welatî Sacîde Hesen diyar kir ku PKKˊê bi bersivdana Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan re rêya rast pêk anî. Sacîdeyê anî ziman ku gava şewitandina çekan ji hêla PKKˊê ve gaveke rast a rêgirtina li ber siyasetên qirkirin û hincetên desthilatê ye ku ji bo qirkirina gelan bi kar tînin.

Sacîdeyê gava PKKˊê avêtiye bi serkeftina dîrokî wesif kir û got banga Rêber Abdullah Ocalan çareseriya veguhastina ber bi qonaxeke siyasî ya qanûnî ve ye û armanca wê çareseriya siyasî ye.

Welatî Mihemed El Ebid jî bal kişand ser şewitandina çekan ji hêla komeke gerîlayan ve û got ev yek destpêka qonaxeke nû ya bêyî şer e û ev gav pir girîng e, ji ber ku gaveke rast ber bi aştiyê ve ye.

Şêniyên bajarê Holê di dawiyê de got divê li hember gava ku PKKˊê û Rêber Abdullah Ocalan avêtiye, heman gav ji hêla dewleta Tirk ve jî bên avêtin. Ji ber dewleta Tirk heta niha tu gavên berbiçav û cidî neavêtin.

(fr)

ANHA