Banga Rêber Abdullah Ocalan rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî bal kişand ser însiyatîfa aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ku deriyê rêveçûnê vekir ku ji nû ve siberoja têkiliya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de were xêzkirin. Li kêleka wê jî rojnameyan behsa mijara teslîmkirina çekên Hizbullahê kir.

Banga Rêber Abdullah Ocalan rojeva rojnameyên erebî ye
27 mijdar, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser rûdanên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk û nîqaşên der barê rewşa Hizbullahê de.

‘TIRKIYE HESABÊN XWE YÊN JI BO KURDAN JI NÛ VE DINIRXÎNE: ÇIMA NIHA, ÇIMA OCALAN?’

Rojnameya El Ereb li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan nivîsî û diyar kir ku "kêliya heyî diyar a ezmûna vînê ya her du aliyan e. Pêdiviya serxistina însiyatîfê bi daxuyaniyên zêde û tedbîrên berbiçav ên avakirina baweriyê; wekî başkirina rewşa hiqûqî, berfirehkirina xebata siyasî, misogeriya vegera şervanan di çarçoveya qanûnî ya adilane de, heye. Li kêleka wê jî pêdivî bi xîtabeke nû ku raya giştî ya Tirkiyeyê ewle bike û aştiyê pêşkêş bike ku destkeftiyeke nîştimanî ye û gefan li serweriyê naxwe."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe destnîşan kir: "Di encamê de, banga Abdullah Ocalan a fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê temsîla kêliyeke werçerxî dike ku ji nû ve nexşeya aloziya Kurd û Tirkiyeyê were xêzkirin. Lê di heman demê de Tirkiyeyê radixe pêşiya mafên dîrokî; yan veguherîna dawiya tundiyê ber bi aştiyeke mayînde ve ku damarên krîzê çareser bike yan jî firseta nadir ku bi hêsanî dubare nabe, winda bike. Di navbera van her du vebijêrkan de siberoja têkiliya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ye û dibe ku bandorê li siberoja îstîqrarê ya Rojhilata Navîn bike."

‘BÊYÎ LIHEVKIRINA AMERÎKA-LUBNANÊ KRÎZA LUBNANÊ ÇARESER NABE’

Rojnameya Şerq El Ewset behsa krîza darayî û rêxistinî ya Hizbullahê kir û diyar kir ku pirsgirêk aliyê hundirîn a Hizbullahê ya ber bi rola wê ya li Lubnanê ve derbas dike. Rojnameyê da zanîn ku "çek veguherî alaveke desteserkirina welat", nahêle dewlet bi pêş bikeve û li pêş pêşketina saziyên dewletê astengî ye.

Rojnameyê diyar kir ku dewamkirina dirûşma "Em çekê teslîm nakin" Lubnanê di hundirê xeleka felca siyasî û ewlehî de dihêle û derî li pêş destwerdanên herêmî û rûbirûbûna krîzên ji derveyî sînor vedike. Rojnameyê aşkera kir ku Lubnan "nikare dewleteke normal" li gel dualîbûna hêzan ava bike.

UNIFIL: TU DELÎLÊN ÇALAKIYA LEŞKERÎ YA HIZBULLAHÊ LI BAŞÛRÊ NÎN IN

Girêdayî mijarê rojnameya El Ereb El Cedîd ku agahiyên xwe dispêre berdevka Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê Candice Ardell, diyar kir ku UNIFIL’ê "tu çalakiyeke leşkerî ya Hizbullahê" li herêma operasyonên xwe ya li başûr tesbît nekiriye, tevî ku salek di ser peymana agirbestê re derbas bûye.

Candice aşkera kir ku zêdetirî 360 veşartgehên çekan hatin dîtin û radestî artêşa Lubnanê bûne û destnîşan kir ku artêşê dest bi plana kişandina çekan ji başûrê çemê Lîtanî kiriye. Her wiha hat ragihandin UNIFILˊê ji ber krîza darayî ya ku NY pê re rû bi rû ye, bi rêjeya ji sedî 25 hêzên xwe kêm kirine.

(fr)