Li Qamişlo û Tebqayê 3 kes hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku 3 kesên destên wan di diziyê de hene li Tebqa û Qamişloyê destgîr kirine.

Li Qamişlo û Tebqayê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Qamişlo û Tebqayê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Qamişlo û Tebqayê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Qamişlo û Tebqayê 3 kes hatin destgîrkirin
27 mijdar, 2025   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku piştî agahî ji Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcan re hatin ku kesekî destê wî di diziya dikaneke dovîzê de heye, hat destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî agahî hat wergirtin, hêzan yekser berê xwe da cihê bûyerê û aşkera bû ku tawanbar deriyê dikanê şikandiye û pere dizîne. Bi wê re tîmên taybet dest bi lêgerîn û lêkolînên xwe kirin, di encamê de nasnameya diz û cihê wî hat diyarkirin.

Hêzan anî ziman ku kesê gumanbar li xwe mikur hatiye ku 14 hezar dolar diziye.

Girêdayî mijarê, Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcan a Reqayê jî diyar kir ku di 17ˊê Mijdarê de 2 kesên destê wan di dizîna telefonan de heye hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî ku şêniyan gilî kir ku telefonên wan hatine dizîn, hêzan dest bi lêgerîn û lêkolînê kir, nasnameyên gumanbaran hatin diyarkirin û 12 telefoên dizîbûn hatin vegerandin.

Hêzan her du gumanbar ji Dozgeriya Giştî re şandin da ku tedbîrên yasayî ji bo wan bên xebitandin.

(fr)