Droneke xwekuj êrişî nuqteyek Hêzên Ewlekariyê Hundirîn kir

Droneke xwekuj êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Şiqeyêf a Helebê kir. Di encamê de endamekî hêzan birîndar bû.

Droneke xwekuj êrişî nuqteyek Hêzên Ewlekariyê Hundirîn kir
27 mijdar, 2025   10:29
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê da zanîn ku duh saet di 23:30'an de droneke xwekuj a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, nuqteyeke wan a li taxa Şiqeyêf bombebaran kir, di encamê de endamekî hêzan birîndar bû.

Hêzan diyar kir ku piştî êrişê wan tedbîrên pêwist ji bo ewlehiya herêmê girtiye.

Berî êrişê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gule li rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Şêxmeqsûd barandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva gulebaranê daye.

(mh/fr)

ANHA