Banga lidarxistina civîneke awarte ji bo Partiyên Kurd li Sûriyeyê hat kirin

Sekreterê Partiya Demoqratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Selah Derwêş bang li partî û hêzên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê kir ku civîneke awarte li dar bixin û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û neteweyî rakin.

Banga lidarxistina civîneke awarte ji bo Partiyên Kurd li Sûriyeyê hat kirin
20 ÇILE, 2026   01:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Partiya Demoqratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Selah Derwêş bang li partî û hêzên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê kir ku der barê rewşa dawî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de civîneke awarte li dar bixin.

Derwêş di nivîsa xwe ya dezgehên ragihandinê re şandiye de bal kişand ku ji ber rewşên hesas ên li herêmê û pêşdeçûnên meydanî yên lez bang li tevahî partî û hêzên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û neteweyî rakin.

Derwêş bang kir ku sibe saet 12.00ˊan civîneka awarte li nivîsgeha partiya wan a bajarê Qamişloyê li dar bixin, da ku pêşdeçûnên heyî nîqaş bikin û helwestek hevbeş nîşan bidin.

(fr)