Girtîgeha Eqtan di navbera êrişên hikumetê û hewlên reva DAIŞ’ê de

Di demekê de ku çeteyên hikumeta demkî êrişên xwe didomînin, YPJ û QSD’ê girtîgeha Eqtan a li Reqayê diparêzin û hewldana reva çeteyan têk bir.

Girtîgeha Eqtan di navbera êrişên hikumetê û hewlên reva DAIŞ’ê de
20 ÇILE, 2026   01:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, DAIŞ’iyên di girtîgeha Eqtan a Reqayê hewl didin birevin.

Ji dîmenên ku ajansa me bi dest xistine diyar dibe, DAIŞ’iyên di girtîgehê de hewl didan bi hesinan derî bişkînin û birevin.

Şervanên YPJ û QSD’ê hewldan têk bir û yekser rewş kontrol kirin.  Di heman demê de çeteyên hikumeta demkî ji derveyî girtîgehê êrişên giran li dijî QSD û YPJ’ê pêk tînin da ku çeteyan ji girtîgehê birevinin.

QSD’ê bi peyameke bi dîmen ragihandibû ku ew pabendî parastina girtîgehê ne û dê rê nedin çete werin revandin.

Heya vê kêliyê şervanên QSD û YPJ’ê parastinê girtîgehê dikin da ku dosyaya wan di bin kontrolê de bimîne û veneguhere gefek nû li ser ewlehiya herêmê.

(b)