Îlham Ehmed bang li cîhanê kir: Vî gelî ji bo parastina we zarokên xwe feda kirin, divê hûn jî helwest nîşan bidin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Îlham Ehmed, bang li hêzên navnewetî û raya giştî kir ku dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava helwest nîşan bidin û got: “Vî gelî ji bo parastina we zarokên xwe feda kirin. Divê hûn jî bi erka xwe ya exlaqî rabin û helwesta rast ji bo gelê me diyar bikin.”

Îlham Ehmed bang li cîhanê kir: Vî gelî ji bo parastina we zarokên xwe feda kirin, divê hûn jî helwest nîşan bidin
20 ÇILE, 2026   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Îlham Ehmed, derbarê êrişên li ser Rojava, sekna gel û bêdengiya hêzên navnetewî bi riya ANHA’yê peyamek belav kir. 

Peyama Îlham Ehmed Wiha ye:

‘ARMANC QIRKIRINA KURDAN E’

“Gelê me yê hêja, dostên me yên birûmet, ji 6’ê mehê ve êrişeke dijwar ji aliyê komên girêdayî artêşa Sûriyeyê ve li ser gelê me pêk tê. Armanca van êrişan qirkirina Kurdan e. Bi vê yekê dixwazin jiyana hevbeş a gelan ji holê rakin.

HIKÛMETA ŞAMÊ PABENDÎ AGIRBESTÊ NEBÛ

Ji bo ku em careke din rê li pêşiya şeran venekin, me hewl da bi diyalogan pirsgirêkan çareser bikin û bi vê armancê me lihevkirinek îmze kir. Xala yekem ew bû ku agirbesteke giştî çêbibe û lihevkirin bikeve meriyete. Me ji bo vê yekê hinek dem xwest lê Hikûmeta Şamê panbendî agirbestê nebû. Ji bo wê em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji xwe bawer bikin û sekna bi îradeyî nîşan bidin û helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin. 

KOBANÊ WÊ DÎSA HEMAN BERXWEDANÊ BIKE

Bi taybet em ji gelê xwe yê Kobanê bawerim ku sala 2014’an li hemberî hêza herî xeternak di dinyayê berxwedana mezin meşnad û ew têk birin, wê dîsa heman berxwedanê bike. 

DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HELWEST NÎŞAN BIDIN

Di qada navneteweyî, diplomasî, rêxistinî, gelêrî, xweparastin û berxwedanê de pêwîst e gelê me xwedî helwest be.

Em bang li hêzên navneteweyî û raya giştî dikin ku li beramber vê qirkirina bi ser gelê me de tê helwesta xwe diyar bikin. Vî gelî ji bo parastina we zarokên xwe feda kirin, divê hûn jî bi erka xwe ya exlaqî rabin û helwesta rast ji bo gelê me diyar bikin. Pêwîstî heye ku pêşiya van êrişên ku bi ser gelê me de tên, bê girtin.”

(a)

ANHA