Bandorên krîza Sûriyeyê li ser jinan û civakê hatin nîqaşkirin

Endamên rêxistin û tevgerên jinan ên Helebê gelek pirsgirêkên ji ber krîza Sûriyeyê derketine û rêjeya wan ku di civakê de bilind bûne, nîqaş kirin.

22 îlon, 2024   17:37
HELEB

Di çarçoveya xebatên tevgerên jinan ên rêgirtina li ber sûcên li dijî jinan û guhertina hişmendiya baviksalariyê de, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan û Mala Jinan a Helebê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de nûnerên tevger, rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdar bûn. Panel li hola civînan a 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd bi navê "Jin jiyan e jiyanê nekujin" hat organîzekirin.

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Delal Mihemed mijara yekemîn a bi navê ʹzewaca keçînʹ bi rê ve bir.

Di mijarê de sedemên zêdebûna rêjeya zewaca keçîn piştî krîza Sûriyeyê û encamên wê yên aborî û civakî hatin şîrovekirin.

Her wiha di mijarê de bandorên neyênî yên zewaca keçîn li ser jin û zilaman û bandora wê di pêşerojê de, di paşxistina civakan û paşguhkirina rola jinan de, hatin nîqaşkirin.

Mijara duyemîn a bi navê "Kuştin û xwekuştin" ji aliyê endama Mala Jinan Îlham Mihemed ve hat birêvebirin. Di mijarê de sedemên xwekuştinê û belavbûna sûcên kuştina mirovan hatin şîrovekirin. Îlham got: "Ew sûc ji ber têkçûna rewşa aborî, civakî û derûnî yên di encama 12 salên krîzê de derdikvein."

Îlham diyar kir ku depresyona li nav civakê ji ber tunebûna îradeyê ye û li dawiyê digihîje mirina derûnî û xwekuştinê.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îman Elo diyar kir ku adet û kevneşopiyên berê yên xerab bûn sedema zewaca keçîn, her wiha hişmendiya baviksalariyê jî bû sedema xwekuştina jinan.

Di dawiya axaftina xwe de Îman Elo serhildana jinan a li gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî li hemberî çeteyan silav kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed diyar kir ku perwerdekirina rast divê ji zarokatiyê de dest pê dike û got: "Divê dayik kesayeta zarokên xwe xurt bikin da ku li hemberî van pirsgirêkan bisekinin."

Endama Rêxistina Sara Heyfa Hisên ji ajansa me re diyar kir ku armanc ji lidarxistina penalan perwerdekirina civakê ji bo derbaskirina zehmetiyan e.

Heyfa destnîşan kir ku ruhê berxwedanê ya jinên gundê Kaxirê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker cihê serbilindiyê ye û got: "Em hemû cûreyên tundiya li ser jinan şermezar dikin û bang dikin ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were xwestin."

(mh)

ANHA