Siûdî jî tev li sûcên guhartina demografîk bû

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku destê Navenda Alîkarî û Geşepêdanê ya Siûdî ya Şah Selman di avakirina avahiyên mêtingehiyê de heye ji bo ku hezar û 330 kesên ji malbatên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de lê bi cih bibin.

Siûdî jî tev li sûcên guhartina demografîk bû
Siûdî jî tev li sûcên guhartina demografîk bû
22 îlon, 2024   17:11
HELEB
MIHEMED EBDO

Di çarçoveya siyasetên guhartina demokgrafîk ên li dijî bajarê Efrîna dagirker ku bi piştgiriya îstîxbarata dewleta Tirk û tevkariya gelekên dewletên Kendavê (Qeter, Kuwêt û Siûdî) pêk tên de Erebistana Siûdî hezar û 330 kes ji malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker anîne ku li bajarê Efrînê bi cih bike.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, Navenda Alîkarî û Geşepêdanê ya Siûdî ya Şah Selman li ser destpêkirina bernameya rêvebirina hevbeş bi yek ji rêxistinên girêdayî dewleta Tirk a dagirker re erê kir ku avahiyên mêtingehiyê ji 300 yekîneyên niştecihbûnê ava bikin. Ew yek di bin navê ʹpiştgiriya mexdûrên erdheja Sibata 2023ʹyanʹ de tê kirin.

Proje li kampên ketober ên piştî dagirkirina Efrînê hatine avakirin, ji xwe re zemînek bingeh girt, bi taybet jî li kampên Bereke, Muslim û Aye yên li bajarê Cindirêsê yê dagirkirî.

Li gorî navenda Siûdî, dê nêzî 300 malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ji hezar û 330 kesî pêk tê, sûdê wergirin.

Rêxistinê ev yek bi tesbîtkirina mayîna çeteyan li mal û milkên xelkê Efrînê yên koçber bi nav kir. Ji ber ku cihên xwe yên demkî vedigerînin cihên mayînde.

Li gorî madeya 49ʹan a peymana 4ʹan a Cinêvê veguhastina bi darê zorê yê welatiyan qedexe te, her wiha koçberkirina kesên parastî ji xakên dagirkirî ber bi xakên dewleta dagir kiriye ve yan jî ber bi xakên tu dewleteke din a hatiye dagirkirin an jî nedagirkirî ve qedexe ye.

Li gorî serjimariya dawîn a rêxistinê nêzî 43 avahiyên mêtingehiyê li bajarê Efrînê hatine avakirin.

Li gorî bîlançoya fermî, di 6ʹê Sibata 2023ʹyan de bi pileya 7,8 li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê erdhej çêbû, dûre jî bi pileya 7,7 erdhej çêbû. Di encamê de zêdetirî 59 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 120 hezar welatî penaber bûn.

(fr)

ANHA