Li hember xiyaneta PDK'ê ciwanan serî hilda

Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xiyaneta PDK'ê û êrişa wê li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û destnîşan kir ku Kurdistan welatê şoreşger û berxwedêran e û ew dagirker û mêtingeran qebûl nakin.

25 ÇILE, 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) duh li çiyayê Amêdiyê yê bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê êriş gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG), li hember wê şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ên kantona Cizîrê li Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê kom bûn û bi meşekê êrişa PDK'ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir.

Meş ber bi sûka navendî ve bi rê ket, li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Girkê Legê Wedha Omer got: "Em li hember siyasetên xiyanetê yên PDK'ê bê deng namînin û em ê bi yekrêziya xwe û destekdayîna gerîla wan siyasetan têk bibin."

HESEKÊ

Ciwanên Hesekê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDKˊê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasîra ber bi taxa Kelasê ve meşek li dar xist.

Li wir, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Medya Ehmed xiyaneta PDK'ê şermezar kir û got: "Gerîla Şengal ji DAIŞ'ê rizgar kir û heta niha jî li hember dagirkeriya Tirk şer dikin, lê tenê PDK'ê êrişî gerîla dike."

Meş bi diruşmên ˊbijî berxwedana gerîlaˊ ûˊNa ji xiyaneta PDKˊê reˊ bi dawî bûn.

DIRBÊSIYÊ

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê li Qada Jinan berxwedana gerîla silav kir û xiyaneta PDK'ê şermezar kir.

Endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Elîza Hiso bi beşdariya bi dehan şênî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, sazî û meclisên navçeyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişa çeteyên Zêrevanî li dijî gerîlayên HPG'ê piştî kuştina bi sedan leşkerên artêşa Tirk, tê wateya ku binkeftina dagirkerî û xiyanetê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdistan welatê şoreşger û berxwedêran e û tu carî nabe ya dagirker û mêtingeran.

(mh)

ANHA