Balafirên Tirkiyeyê 5 caran Pênciwênê bombebaran kir

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker du gundên navçeya Pênciwênê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyeyê 5 caran Pênciwênê bombebaran kir
27 kanûn, 2023   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Kanî Mîran û Salyawa yên girêdayî navçeya Pênciwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Hate zanîn ku balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker di pênc demên cuda de êrişê gundên Salyawa û Kanî Mîran kirin.

Li gorî agahiyên herêmî, balafirên bêmirov 5 caran êrişê devera pênciwênê kirine, herwiha di nava 24 saetên dawiyê de jî 20 êrişên bi mûşekan li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Lê têkildarî êrişên dewleta Tirk heta niha ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Her wiha balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker îro devera navçeya Çemçemal ya girêdayî Îdareya Germiyan ya parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir û heta niha derbarê zerer û ziyanan de tu agahî bidest neketine.