Xelkê Tirbespiyê sersaxî da malbatên şehîd Ferhan û Xelef

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî da malbata şehîd Ferhan Temê û Ferhan Xelef.

Xelkê Tirbespiyê sersaxî da malbatên şehîd Ferhan û Xelef
Xelkê Tirbespiyê sersaxî da malbatên şehîd Ferhan û Xelef
Xelkê Tirbespiyê sersaxî da malbatên şehîd Ferhan û Xelef
Xelkê Tirbespiyê sersaxî da malbatên şehîd Ferhan û Xelef
Xelkê Tirbespiyê sersaxî da malbatên şehîd Ferhan û Xelef
27 kanûn, 2023   18:55
QAMIŞLO

Di 25′ê Kanûnê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişloyê Ferhan Temê û Ferhan Xelef şehîd bûn. Ji bo sersaxiyê, li gundê Dugir û gundê Sîha  ên navçeya Cizîrê konê sersaxiyê hate vedan.

Endamên saziyan, Kongra Star, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî  û bi sedan şêniyên Tirbespiyê  sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de, li ser navê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û got: "Di şexsê şehîd Ferhan Temê , Ferhan Xelef de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin."

Nûredîn Şakir wiha dom kir: "Êdî em ji topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker natrsin. Em xwedî serok in, xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in. Gelê me li hember êrîşan dê tu carî sere xwe netewîne."

Şakir di dewama gotinên xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla û operasyonên wan ên li dijî dewleta Tirk a dagirker û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gerîlayên li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke mezin li hember dagirkeran tê meşandin. Em bi navê we hemûyan çalakiyên wan ên serketî silav dikin."

Di dawiyê de Nûredîn Şakir got: "Em ê bi fedakariyên şehîdên xwe bi ser bikevin. Bûyerên ku niha em tê re derbas dibin efsane ne. Em soz didin tevahî şehîdan ku şopdarê rêça wan heta serkeftinê bin. Em soza xwe nû dikin ku em têkoşîna xwe dewam bikin."

(ex)

ANHA