Artêşa Tirk gundên Şehba û navçeya Şerayê topbaran dike

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gelek gundên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên Şehba û navçeya Şerayê topbaran dike
27 kanûn, 2023   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Samoqa, Til Cîcan, Til Medîq, Um Hûş, Hirbil, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Eynd Deqnê, Miniq, derdora Til Rifetê yên Şehbayê û gundên Meranaz û Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî tobparan dike.

(fr)

ANHA