Balafirên şer derdora gundekî Dihokê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Xastuwî ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Balafirên şer derdora gundekî Dihokê bombebaran kirin
10 nîsan, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ajansa Rojnews’ê beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Xastuwî ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Di derbarê zirarên bombebaranê de agahiyên zêdetir bidest neketin.

Tevî ku HPG’ê ji 1’ê Adara 2025’an ve agirbest ragihandiye, lê dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser qadên gerîla qet kêm nekiriye. Rojane ji bejahî û hewayî de gelek deverên Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla bi çekên qedexekirî û hemû cûrên çekan bombebaran dike.