Amerîka  êrîşî Yemenê kir: 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Amerîka   êrîşên bajarên Hudeyde û Sana yên Yemenê kir di van êrîşan de piranî jin û zarok, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Amerîka  êrîşî Yemenê kir: 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
10 nîsan, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya El- Mesîre ya girêdayî hêzên Hûsî yên li Yemenê ku desteka xwe ji Îranê distîne, balefirên şer ên Amerîka  yê êrîşî hinek herêmên bajarê Hudeyde û peytext Sanayê kir. Hat destnîşan kirin ku di êrîşa li dijî navçeya Havak ya Hudeyda de, di nav de jin û zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, li peytext Sana jî herêmên Nahdayn a navçeya Es-Sebiyn û Racam a li navçeya Benî Haşiş hat hedefgirtin. Di van êrîşan de jî 3 sivîl hatin kuştin.

Hêzên Hûsî yên li Yemenê, ji 31’ê cotmeha 2023’an heta niha wek berteka li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, mudaxeleyî keştiyên bazirganî  yên diyar dikin girêdayî şirketên Îsraîlê ne, dikin. Dem bi dem li dijî van keştiyan bi amûrên hewayî û fuzeyan êrîş jî pêk tînin.

HÛSİYAN 4 ROJ QEWL DABÛN ÎSRAÎLÊ

Hûsiyan di daxuyaniya ku di 7’ê Adarê de dan de ji bo ku Îsraîl bihêle alîkariyên mirovî bikevin Xezayê, 4 roj qewl daye, gotiye ger ku Îsraîl vê daxwazê red bike, ewê dest bi operasyonên deryayî bikin. Serokê Amerîka  yê Donald Trump jî di  daxuyaniya di 15’ê Adarê de di platforma medyaya dijîtal de dayî de, ragihand ku li dijî Hûsiyên li Yemenê fermana destpêkirina ‘êrîşek mezin’ daye.

107 SİVÎLAN JİYANA XWE Jİ DEST DAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan Enis el-Asbahî ragihand ku di encama êrîşên Amerîka  yê ku ji 15’ê Adarê heta niha li dijî Yemenê pêk anî de, bi giştî 107 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 223 kes jî birîndar bûne.