Li Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî

Ciwanên PYD’ê bi boneya nêzbûna Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.

Li Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî
Li Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî
Li Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî
Li Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî
Li Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî
2 nîsan, 2025   21:26
HELEB

Hemwextî nêzbûna Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4’ê Nîsanê Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li qada Cebanat a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê şahiyek organîze kir.

Di şahiyê de ciwan, xelk, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn beşdar bûn.

Di şahiyê de rêveberê Ciwanên PYD’ê Xelîl Mihemed axivî û diyar kir ku ji bo gelê Kurd û ronasansa wî ya ber bi rizgariyê ve rojbûna Rêber Apo vejîn e.

Dûre koma Avrêl stranên şoreşgerî gotin û şêniyan govend gerand.

(fr)