Balafireke bêmirov maleke welatiyan li Tebqayê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Curniyê yê Tebqayê 2 caran maleke welatiyan bombebaran kir.

Balafireke bêmirov maleke welatiyan li Tebqayê bombebaran kir
6 ÇILE, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, saet di 20:20ˋan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 caran maleke welatiyan bombebaran kir.

Nûçegihan diyar kir ku di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn.

(fr)