Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê

Karwana alîkariyên ji bo koçberên Efrîn û Şehba ku xelkê Şengalê pêşkêş kirine, gihaşt kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê
Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê
Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê
Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê
Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê
Alîkariyên Şengalê yên ji bo koçberan gihaştin Reqayê
6 ÇILE, 2025   22:01
REQA

Di çarçoveya hevgirtina civakî ya navbera pêkhateyên herêmê de karwana alîkariyên ku xelkê Şengalê ji bo koçberên Efrîn û Şehba kom kirine, gihaşt kantona Reqayê.

Karwana ku ji 8 kamyûnan pêk tê, tê de xurdemenî, şîr û cilên zarokan, isfinc û betanî hebûn. Wê ew alîkarî li koçberên Efrîn û Şehbayê yên berê xwe dane herêmên ewle yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk werin belavkirin.

(fr)

ANHA