2 komên li Siwêdayê "Nexşerêya ji bo pêşeroja Sûriyeyê" pêşkêş kir

2 komên çekdar ên Siwêdayê ji bo pêşeroja Sûriyeyê nexşerêyek pêşkêş kir. Di nexşerêyê de hat destnîşankirin ku pêwîstî bi avakirina dewleteke xwe dispêre edalet û serweriya qanûnê heye û divê piştgiriya xebata sivîl û siyasî bi awayekî koletîv bê kirin.

2 komên li Siwêdayê "Nexşerêya ji bo pêşeroja Sûriyeyê" pêşkêş kir
6 ÇILE, 2025   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên "Rîcal El Keramê" û "Lîwa El Cebel" ku her du jî mezintirîn komên leşkerî yên Siwêdayê ne, ji bo qonaxa bê ya Sûriyeyê nexşerêyek pêşkêş kir. Di nexşerêyê de girîngî bi avakirina welatekî li ser bingeha edalet û qanûnê hat dayîn.

Di nexşerêyê de hat diyarkirin ku her du komên leşkerî amade ne tev li artêşeke nîştimanî ya yekbûyî bibin ku tu artêşên yekalî û olî tune bin.

Di dawiya nexşerêyê de hat teqezkirin ku divê komên leşkerî destwerdanê li kar û barên rêveberî yan jî siyasî nekin, piştgiriya xebata sivîl û siyasî bi awayekî kolektîf were kirin, cihên giştî werin parastin, tevgera aştiyane ya li Siwêdayê pisûleya siyasî ye û armanca wê avakirina welatekî xwe dispêre wekheviyê ye.

(mh/fr)