Balafireke bêmirov depoya çekan li Dêrazorê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a nenas depoya çekan li bajarê Bokemalê yê Dêrazorê bombebaran kir.

Balafireke bêmirov depoya çekan li Dêrazorê bombebaran kir
21 sibat, 2024   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a nenas depoyeke çekan li bajarê Bokemalê yê li rojhilatê Dêrazorê bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), depoya hatiye bombebarankirin a hêzên alîgirên Îranê ye.

Piştî çend kêliyan ji hedefgirtina herêma Kefersose ya Şamê ji hêla Îsraîlê ve ev depo hat bombebarankirin.

(fr)