Bajarek du dîmenên cuda

Ekîbên şaredariyê li tevhiya bajar gilêş-gemarê kom dikin, lê li cihên ku baldariya welatiyan heye, dîmenên paqijiyê, li cihên baldarî tune ye jî, yên qirêjiyê tên dîtin. 

Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
Bajarek du dîmenên cuda
18 kanûn, 2025   05:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Şaredariya Bajarê Qamişlo ji bo paqijiya bajar, li gorî taxan û navenda sûkê ekîb erkdar kirine û di çarçoveya planekê de gilêşê kom dikin. Ji bo ku welatî jî baldariyê nîşan bidin roj û saetên komkirina gilêşê (zibalê) diyar kirine, serê her kolanekê zibildan danîne. 

Têkildarî baldariyê ekîbên şaredariyê li hemû taxan belavok jî belav kirine, lê li nava bajar 2 dîmên cuda tên dîtin.

Li hinek kolan û taxan rûniştvan li gorî tedbîrên şaredariyê tevdigerin, baldariyê nîşan didin, lewma dîmenên paqij hene. Madlîn Hemo yek ji şêniyên baldar e û kolana xwe paqij dike. Madlîn Hemo dibêje ku divê her kesek weke mala xwe, ber deriyê xwe jî paqij bike; torbeyên çopa xwe deynin cihên hatine diyarkirin û got: “Xebatkarên şaredariyê bi tenê têrê nakin, dema em jî alîkar bin wê welatê me paqij bibe, ma xelk dixwazin şaredarî were bi alavên malaştinê ber deriyê me jî pak bikin.”

Li hinek deveran jî, tê dîtin ku gilêş li nava kolanan belav bûye û dîmenek nexweş derxistiye holê.

Xirabkirin û avakirina avahiyan jî yek ji sedemên qirêjiya kolanan e.

(a)

ANHA