Şêniyên Til Temirê ji bo pêkanîna ewlehiyê taxên xwe diparêzin

Şêniyên Til Temirê însiyatîfeke civakî ya parastinê da destpêkirin. Şênî bi şev nobetê digirin û taxên bajêr diparêzin.

18 kanûn, 2025   07:45
HESEKE
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji ber cihê wê yê taybet ê li ser xetên pêşîn ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, şêniyên bajarê Til Temirê û gundên wê berpirsyariyeke hevbeş da ser milê xwe. Bi nêzîkbûna sersalê re şêniyên bajêr biryar da ku bi hev re taxên xwe biparêzin.

Nobetên parastinê rojane saet 6`ê êvarê dest pê dikin û heta saet 6’ê sibehê dewam dikin. Şêniyên taxan bi awayekî xwebeş li nava taxan digerin û der barê her tevgereke biguman de aliyên têkildar agahdar dikin.

Berpirsên vê însiyatîfê diyar kir ku xebata wan bi hevkariya rasterast a bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re tê kirin. Her wiha dan zanîn ku wan der bar mekanîzmayên pêşkanîna nobetan û têkiliya bi wan re gotûbêj kirine û diyar kir ku ev hevkarî baweriya di navbera şêniyan û saziyên ewlehiyê de xurt dike.

Nûçegihanê ajansa me di dema nobedariyê de li taxên bajêr geriya û li xalên parastinê bi nobedaran re hevpeyvîn kirin.

Fehîma Ebdulrehman ji Taxa Şehîd Damhat e, temenê wê 60 dal derbas kiriye û bi rêk û pêk beşdarî nobetên şevê dibe û got: "Ez nikarim bêkar rûnêm dema ku bajarê min hewceyê parastinê ye. Ez ne ji tirsa xetereyê, lê ji bo ku bibim beşek ji ewlehiya ku em hemî dixwazin, beşdarî nobetê dibim."

Fehîmayê wiha lê zêde kir: "Em jin ji saet 6`ê êvarê heta nîvê şevê derdikevin, piştî wê mêr nobetên nobetê digirin ser xwe, bi vî rengî em tevahiya şevê nobetê digitin."

Şênya bi navê Leyla Îsmaîl Şêxka, ji komîna Taxa Şehîd Îbrahîm  e û got: "Em ji bo parastina bajarê xwe derdikevin nobedariyê, berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî."

(k)

ANHA