ˋTêgehên şaş çeka rejîman e ji bo parçekirina pêkhateyên Sûriyeyêˊ

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê diyar kir ku rejîma Baasê û hin dewletên herêmî têgehên şaş di nava pêkhateyên Sûriyeyê de çand in, da ku civakê ji hev bixin. Lê ji bo rûniştandina aştî û jiyana hevbeş a wekî ezmûna Rêveberiya Xweser, divê pêkhate çanda hevdu nas bikin.

ˋTêgehên şaş çeka rejîman e ji bo parçekirina pêkhateyên Sûriyeyêˊ
18 kanûn, 2025   04:25
TEBQA

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Xelef li ser têgehên şaş ku rejîma Baasê, gelek rejîm û dewletên herêmî di nava pêkhateyên Sûriyeyê de çandine, da ku li dijî hev rabin û nakokiyên hundirîn çêbin, bi wê re projeyên xwe li ser hesabê Sûriyeyiyan pêk bînin, axivî.

El Xelef anî ziman ku têgihên şaş ên di nav pêkhateyên civaka Sûriyeyê de rastiyek e ku Sûriyeyiyan berî krîzê, di nav krîzê de jiyan kir û hîna jî heta roja îro didome.

El Xelef diyar kir ku ev têgeh encama siyaseteke sîstematîk a ku ji aliyê rejîma berê ve hatiye meşandin in, li kêlek wê jî hejmarek ji rejîm, dewlet û îstîxbaratên cîhanî jî ev têgeh çandin, da ku Sûriyê û herêmê di rewşeke parçebûnê û koaseke mayînde de bihêlin, pê re jî civakên hedefkirî girêdayî wan dibin.

El Xelef destnîşan kir ku rejîma Baasê bi rêya têgehên şaş di nava pêkhateyan de civak parçe kir û ji wê parçebûnê sûd wergirt ku desthilata xwe ferz bike û berdewama xwe misoger bike. Ji wê zêdetir ev têgeh geş kirin weke projeya Kemera Erebî ya ku ji bo fitneyê di nava Ereb û Kurdan de çêkiriye.

El Xelef diyar kir ku ev têgeh ne tenê di nava pêkhateyan de hatin belavkirin, lê hişt ku nakokî di nava xelê herêman, nava gelê bajar û gundewaran de jî çêbibin.

Bi pêşketina krîzê re, dewletên herêmî weke Îran û Tirkiyeyê jî derbasî xeta çandina têgehên şaş di nava pêkhateyên Sûriyeyê de bûn, krîz li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn ku nakokiyên bixin nava taîfe, ol û pêkhateyan. Van dewletan nakokî derxistin ku welat bikişînin nava şerekî taîfî-irqî-olî, ku di encamê de bi hezaran Sûriyeyî hatin qetilkirin.

El Xelef anî ziman ku pêdiviya entegrabûna civaka Sûriyeyê bi şopandina pêkhateyan a çanda hev heye, bi hev re bijîn û aştiya navxweyî misoger bibe. Ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê jî mînaka zindî ya beşdariya rasteqîn di nava tevahî taîfe, netewe û irqan de ye. Rêveberiya Xweser bi rêya bicihanîna pergala hevserokatiyê di nava mêr û jin de, di nava Ereb, Kurd, Xiristiyan û Muslimanan de ev merhele derbas kir û derbasî merheleyek xurttir bû. Rêveberiya Xweser dûrî nakokiyên irqî, olî û taîfî civakê bi rê ve dibe. Wê jî serketina wê îsbat kir û hewl dide vê ezmûnê li tevahî Sûriyeyê giştî bike.

Di berdewama axaftina xwe de El Xelef da zanîn ku ji gelê Sûriyeyê tê xwestin ku têgehên şaş derbas bikin, ji ber ku yek ji alavên kapîtalîzmê ya cudakirina gelan li ser bingeha "parçe bike hikum bike", ye û ji bo berjewendiyên takakesî di desthilatê de pêk bên.

Di dawiyê de El Xelef destnîşan kir ku civaka Sûriyê bi giştî kariye van têgehan derbas bikin û nekevin xefka wan, lê hîn jî cih heye ku civak bi hev re bibin yek û bigihîjin Sûriyeyek ku di ol, tafîe û iraqên wê de pirreng be, da ku Sûriyeyek pirrengî, demokratîk û nenavendî ava bibe.

(ac/fr)

ANHA