Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê

Projeya avakirina bajarê pîşesaziyê li Kobanê piştî temamkirina binesaziyê derbasî qonaxên xwe yên dawîn dibe. Bajar dê sala bê bikeve xizmetê.

Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê
Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê
Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê
Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê
Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê
Bajarê pîşesaziyê yê Kobanê sala bê dikeve xizmetê
24 tebax, 2025   05:35
KOBANÊ

Xebatên hevbeş ên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê û Şaredariya Gel ên ji bo temamkirina projeya bajarê pîşesaziyê yê Kobanê berdewam dikin.

Proje li başûrê Kobanê ye, bi qasî 3 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. armanc avakirina projeyê ew e ku ji bo karên pîşeyî yên mîna sererastkirina otomobîlan cihekî li deveyî bajêr were veqetandin. Di encamê de dê qelebalixa bajêr kêm bibe û avahîsazî bi rêkûpêk bibe.

Cîgirê hevserokên Şaredariya Gel a Kobanê Hecî Ehmed diyar kir ku xebatên li ser projeyê berî 5 salan dest pê kirine. Heta niha torên avê temam bûne, di heman demê de endezyar niha li ser pêkanîna torên elektrîkê û çêkirina depoyeke avê ji bo pêkanîna hewcedariyên projeyê dixebitin.

Di projeyê de dê 800 dikan werin avakirin. Niha xebat ji bo danîna torên kanalîzasyonê û asfaltkirina rêya ku ber bi bajarê pîşesaziyê ve diçe, berdewam dike.

Hecî Ehmed da zanîn kir ku proje dê sala bê temam bibe û bikeve xizmeta pîşesazan. Ehmed ji xwediyên dikanan xwest deynên li ser wan bidin da ku proje di demeke kurt de temam bibe.

(k)

ANHA