‘Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin’

Şêniyên li bajarê Çilaxa daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got "Bêyî azadiya Rêber Apo azadiya me temam nabe."

‘Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin’
24 tebax, 2025   03:10
QAMIŞLO

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê 5’ê Hezîrana îsal pêngavek bi dirûşma "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" dabû destpêkirin. Pêngav berdewam dike û bi eleqeyek mezin ji aliyê  siyasetmedar, kesayetên welatparêz, rewşenbîr, siyasetmendar û pêkhateyên cuda yên gel ve tê pêşwazîkirin.

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê jî diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Salih El Yesarî got: "Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, ji ber ku ew dengê aştî û azadiyê li Rojhilata Navîn e. Heya ew girtî be, ne mumkin e aştiyeke rasteqîn li herêmê pêk were."

El Yesarî anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê herêmê re di meşa wan a azadî û demokrasiyê de bûye rêbazek û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yê ku berpirsyariya serxistin pêvajoyê girtiye ser xwe, dê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê negihêje serî. "

Ji bo pêşdebirina pêvajoya aştiyê Selah El Yesarî banga avêtina gavên cidî kir û ev peyam da: "Azadiya Rêbertî daxwazeke bingehîn a gelên têkoşer e. Gel wê ji vê daxwaza xwe gav şûnde neavêje. "

Medîne Mihemed a ji Efrînê koçberî Çilaxa bûye jî destnîşan kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî û azadî bê wate ne û got: "Gelek caran em ji erd û bajarên xwe hatin koçberkirin, lê me dest ji xeta Rêber Abdullah Ocalan berneda. Em dixwazin wî azad li nav xwe bibînin. Bêyî azadiya wî aştî û azadî bê wate ne."

Medîne Mihemed anî ziman ku azadiya wan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û aramiya wan bi hebûna wî ya li nava wan ve girêdayî ye û wiha pê de çû "Bi saya fikir û felsefeya wî jinan destkeftî bi dest xistine. Em jî piştgiriyê didin tevahî hewldanên bi armanca dîtina wî. Em ji daxwazên xwe nayên xwarê ta ku wî azad bibînin."

Şêrwan Sefo daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û azadiya wî ya fîzîkî kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî azadiya wî ya fîzîkî azadiya me temam nabe û aştî li Rojhilata Navîn mîsoger nabe."

Şêrwan Sefo diyar kir ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê tenê eleqedar nake, ji bo aştî û demokratîkkirina gelemperiya Rojhilata Navîn e û got: "Divê dewleta Tirk bi cidiyet nêzî vê bangê bibe, ji ber ku azadiya Rêbertî bingeha pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê û cîhanê ye."

(bb)

ANHA