Bafil Talebanî der barê bûyera Lalezar de daxuyaniyek da

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî têkildarî bûyera Lalezar daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hefteya borî li Silêmanî bûyerek pêk hat bû sedem ku xem û nerehetiya malbatan fikarên raya giştî û got: “Nabe karê komeke çekdar li ser aştî, yekîtî û demokrasiya welatiyan serwer be.”

Bafil Talebanî der barê bûyera Lalezar de daxuyaniyek da
31 tebax, 2025   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî derbarê bûyera li Lalezar ya li Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Talebanî anî ziman ku komeke çekdar ya ne yasayî kar li derveyî yasa kar dikir û got: “Hinek jîngeh vegerandibû qadên leşkerî. Êriş kiribûn ser hêzên fermî yên ewlehiyê ku dema dixwestin wan binçavbikin. Armanc parastina can û malê welatiyan û aramiya bajar bû. Vê komê jiyana welatiyan xiste nava xeteriyê. Bûn sedem ku ew hêzên erka wan parastina civakê bûn kêm bên dîtin."

Bafil Talebanî rexne li çapemeniyê girt û got: “Pêşbirka nava medyayê de pir caran dibe sedemê tevlîheviyê ne aramî û zelaliya mijarê. Li vir zelal dibêjim; tu kes an komên çekdar ne li ser hiqûq û qanûnê re ne.”

Talebanî anî ziman ku Asayî weke avaniyeke ewlehî û yasayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê têkildarî bûyerê rapora xwe pêşkêşî raya giştî kir û got: “Hemû agahiyên li ser mijarê parve kirin. Erkê me tevan ew e ku rê bidin dadgehê ji bo karê xwe bikin.”

Serokê YNK’ê daxwaz ji medyaya nêzî xwe kiriye ku rastiya belav bikin, nekevin nava propagandaya bê bingeh yên medyayeke din û got: “Erka we ew e ku hûn rastiyan pêşkêş bikin û baweriya raya giştî biparêzin.”

Herî dawî Talebanî got: “Bang li dadgehê dikim ku li gorî qanûnê erkê xwe pêk bîne. Divê karê komên çekdar ne serdestê daxwazên aştî, yekîtî û demokratî yên welatiyan be.”