Polîsan şîna  gerîlaya YJA Starê şehîd Arvîn Çirav asteng kir

Merasîma sersaxiyê ya ku dihat plankirin li mala malbata gerîlatê YJA Starê Şîrîn Işik were lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Polîsan şîna  gerîlaya YJA Starê şehîd Arvîn Çirav asteng kir
31 tebax, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo gerîlayê YJA Starê Şîrîn Işik (Arvîn Çirav Botan) a ku 2018'an li Xakurkê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bû, hat xwestin li mala malbatê ya li navçeya Akdenîz a Mersînê şîn bê danîn. Lê polîsan bi wesayîtên zirxî bi girtina ketin û ketina taxê re hewl dan rê li ber sersaxiyê bigirin.

Rêveberên MEBYA-DER'ê, rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan xwestin serdana şînê bikin, lê polîsên ketin û derketina taxê girtin, diyar kirin ku ger şîn bidome dê mudaxile bikin.

Tevî muzakereyên hatin kirin jî şîn li ber mala malbatê nehat danîn. Tê payin bi pêşengiya MEBYA-DER û DEM Partiyê sibê saet di 14.00'an de bi girseyî serdana şînê bê kirin.