Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike

Di dema serdestiya rejîma Baas de hîç neçuye dibistanê. Ji salên 1990’an ve bi naskirina Tevgera Azadiyê re dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandinê kiriye. Li ser xeta azadiya jinê têkoşiya. Bi şoreşê re bûye neferek pêşxistina zimanê Kurdî, niha jî mamostetiyê dike. 

Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
Azaweriya xwendinê: Bixwe fêr bû niha jî fêr dike
8 nîsan, 2025   05:15
QAMIŞLO
BASNA ŞEMO

Hemdiya Seyfedîn ji gundê Girkê Xelo yê dikeve rojhilatê bajarê Çîlaxa yê Kantona Cizîrê ye; di sala 1975’an de ji dayik bûye. 30 salên xwe bi têkoşîna zimanê Kurdî derbas kirine. Di dema desthilatdariya Baas de Hemdiya qet neçûye dibistanê. Rewşa wan a madî jî, ji bo xwendinê guncav nebûye. 

Têkoşîna Hemdiya ya ji bo xwendin-nivîsand û fêrbûna ziman di salên 1990’an de destpê kiriye. Ev sal, salên ku têkoşîna azadiya Kurdistanê girseyî û mezin bûye ne.

Bi gotina Hemdiye, wan salan gelek têkoşer hatine gundê wan; li ser nasname, ziman û çandê agahî dane û ew jî pir bandor bûye. Bi vî rengî Tevgera Azadiyê nas kiriye û hewl daye ku têgihiştina xwe zêde bike.

KOVARÊ HÎN JI LI CEM XWE DIGIRE

Bi heyecan dest bi fêrbûnê kiriye, lê ji ber ku xwendin û nivîsandina wê tune bûye, nekariye pirtûkan bixwîne. Dema ku kesên derdora wê pirtûk xwendine, lê wê nekariye bixwîne, aciz bûye. Lewma wekî gava yekemîn dest bi fêrbûna zimanê dayika xwe, yanî zimanê Kurdî kiriye. Dersên yekemîn ên ziman, di sala 1990’an de bi birayê xwe ji şoreşgerên Tevgera Azadiyê girtine.

Bi fêrbûna ziman re, dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên bi alfabeya latînî û Kurdî hatine nivîsandin kiriye. Her wiha dest bi xwendina kovara bi navê Rojda ku wê demê tekane kovara bi zimanê Kurdî bû, kiriye. Wê demê ziman, nasnme û hemû karûbarên girêdayî wan qedexe bûne. Lewma Hemdiya pirtûk û kovar veşartine. Hejmarek kovara Rojda hîn jî li cem xwe digire.

BÛ TÊKOŞEREK ZIMAN Û AZADIYA JINÊ

Hemdiya, tenê bi ziman re mijul nebûye. Di heman demê de tevlî xebatên civakî-rêxistinkirinê jî bûye. Her ku hişmendiya wê zêde bûye, li dijî zihniyeta baviksalariyê jî, bûye xwedî helwestek. Xwestiye ku bibe şoreşgerek û tevlî Tegera Azadiyê bibe, lê şert û mecran ev derfet nedaye wê. Her çiqasî ev daxwaza wê pêk nehatibe jî, li gorî baweriya xwe hewl daye têkoşîna xwe mezin bike, pêk bîne. Yek ji gavên girîng jî ew e ku li dijî zewaca tê ferzkirin derketiye. Niha 50 salî ye, lê qet zewicî ye û bi temamî xebatê perwerdekirina civak û zarokan dimeşîne.  

ZAROK PERWERDE KIRIN

Piştî fêrbûna ziman, bi hevalên xwe re dest bi perwerdekirina zarokên li gundê xwe û yên derdorê kiriye. Di vê çarçoveyê de komên zarokan ava kirine û bi awayekî veşartî ew li ser zimanê dayikê perwerde kirine.

BI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ RE GAVEK NÛ AVÊT

Li gorî ku Hemdiye dibêje, dema şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) dest pê kir, ji bo wê jî rûpelek nû vebûye. Jinan pêşengiya şoreşê kirin, her wiha di aliyê ziman de gavên şoreşî hatin avêtin, lewma wan rojan wekî yek ji rojên herî xweş ên jiyana xwe pênase dike. Ew jî bi awayekî çalak tevlî xebatên ziman û perwerdeyê bûye. Jinên gund hemû li dibistanê kom kirine û dest bi perwerdekirina ziman kiriye. Dema ku Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat avakirin, ew jî tevlî xebatên saziyê bûye. Hem fêr bûye û belgename girtiye, hem jî ders dane zarok û jinan.  Her wiha tevlî perwerdeyên ziman ên bi riya online hatine organîzekirin bûye. Piştî ku peymangehên ziman hatin vekirin jî, xwendina xwe li wir temam kiriye û sertîfîkaya mamostetiyê wergirtiye.

Hemdiya niha jî li dibistana gundê xwe, wekî mamosteya ziman karê xwe didomîne.

‘ERKA ME PARASTINA ZIMANÊ ME YE’

Hemdiya 31 salên têkoşîna xwe ya ziman bibîr xistin û hêvî kir ku hemû kes ji bo pêşxistina ziman kar bimeşîne. Hemdiya got; “Me zimanê xwe ji dayîk û bavên xwe tenê bi devkî fêr bû. Rejîmê nedihişt em binivîsin û bixînin. Lewma me hemû kar bi veşartî kirin, ev ji bo me gelekî girîng bû. Zimanê Kurdî nasname û hebûna me ye, divê em biparêzin. Erka her Kurdekî/ê ye ku zimanê xwe biparêze. Bi vê baweriyê min ev erk girt ser milê xwe û heta nefesa xwe ya dawî jî wê bidomînim.”

(a)

ANHA