ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 4 – 2025
8 nîsan, 2025   02:00

Endamê komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya Kurd li Rojava Luqman Ehmê destnîşan kir ku ji bo lidarxistina kongreyê xebatên wan dewam dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî qutkirina ava çemê Xabûrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, cotkarên Şedadê dest bi lêgerîna alternatîfan kir. Cotkaran bîrên avê kolan û pergalên enerjiya rojê bi kar tînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di dema serdestiya rejîma Baas de hîç neçuye dibistanê. Ji salên 1990’an ve bi naskirina Tevgera Azadiyê re dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandinê kiriye. Li ser xeta azadiya jinê têkoşiya. Bi şoreşê re bûye neferek pêşxistina zimanê Kurdî, niha jî mamostetiyê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê 400 hezar dolar ji bo Nivîsgeha Avdaniyê veqetand da ku projeyên avdaniyê û piştgiriya çandiniyê pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Jineolojî bi hevkariya Zanîngeha Şerq a li kantona Reqayê , bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hola zanîngehê panelekê li ser helbest, çand û hunerê organîze dike, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê şehîd Mehmûd Hemo û Rojhat Omer li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê defin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê bi boneya 4’ê Nîsanê civînekê li navenda xwe li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Wezîşê ya kantona Reqayê ji bo astengdaran li Stadyûma Beledî holeke werzîşê vedike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, li bajarê Hesekê beşdarî rûniştina diyalogê ya ji bo lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de dibe, (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Şehîd Yekta Herekol a li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê tê lidarxistin bi pêşandana şanoyên nû didome, (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN