Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê

Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê 400 hezar dolar ji bo Nivîsgeha Avdaniyê veqetand da ku projeyên avdaniyê û piştgiriya çandiniyê pêk bîne.

Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
Li Reqayê hewldanên ji bo projeyên avdaniyê
8 nîsan, 2025   07:25
REQA
ENES MIHEMED

Nivîsgeha Avdaniyê li kantona Reqayê xebatên ji bo pêkanîna projeyên girîng ji bo peydakirina avê ji cotkaran û başkirina çandiniyê li herêmê, xebatên xwe berdewam dike, lê rastî kêşeyên mezin ji ber lawazbûn û qutbûna elektrîkê tê.

Nivîsgeha Avdaniyê xebatên ji bo avakirina torên avdanê berdewam dike, her wiha stasyonên ava avdanê jî sererast dike da ku av bigihêje zeviyên çandiniyê. Di heman demê de kanal û cokan paqij dike da ku herikîna avê asteng nebe. Ev yek dibe alîkar ku kargêriya wan zêde bike û bi berdewamî bixebitin.

Her saniyeyekê 85 metrekab av ji Bendava Firatê digihêje zeviyên çandiniyê yên kantona Reqayê, ev av bi rêya 5 kanalên avdanê yên sereke tê belavkirin; kanala Belîxê ya sereke, kanala Wadî El Fayid, kanala Selhebiya Jorîn, kanala Selhebiya Jêrîn û El Difa El Yisra.

Hevserokê Nivîsgeha Avdaniyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê Mihemed El Elî diyar kir ku budçeya nivîsgehê ya îsal 400 hezar dolar e û wiha hatiye dabeşkirin: 280 hezar dolar ji bo beşa lênêrînê tevî temîrkirina makîneyan, 70 hezar ji bo beşa stasyonan, 50 hezar jî ji bo beşa karkirinê.

El Elî diyar kir ku kêşeya herî girîng a li pêşiya nivîsgehê, qutbûna berdewam a elektrîkê ye ku dibe sedem ku gelek ava xisar bibe.

El Elî her wiha diyar kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di navbera Rêveberiya Avdaniyê û Desteya Enerjiyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê de hevkarî heye.

(k)

ANHA