`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye`

Şêniyên bajarê Helebê pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir û gotin heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têkoşînê li gorî ramanên wî yên rizgariyê bimeşînin.

`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye`
18 cotmeh, 2024   03:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Şêniyên bajarê Helebê têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li hember Rêber Abdullah Ocalan axivîn.

Mihemed Şêxo yê ji taxa Şêxmeqsûdê pergala îşkenceyê û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Komplo beriya 26 salan li dijî gel di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dest pê kir û heta îro bi ferzkirina vê pergalê berdewam e."

Şêxo wiha domand: "Gelo ji bo ku civakeke xwedî exlaq ava bike, dê li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bimeşe. Rêbertî pêşengiya pêşketina gelê Kurd kir. Wî bi hêza ciwanan bawer kir ku dikarin têkoşîna rizgariyê bimeşînin û serkeftinê bi dest bixin. Ji ber wê divê ciwan xwedî li vê têkoşînê derkevin, paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û ramanên wî belav bikin."

Şêxo ew di oxirê bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan got amade ne canê xwe feda bikin. Di heman demê de siyasetên kuştinê û zulmê yên li dijî gelan red kir û got heta aştî were bidestxistin dê şer bikin.

Mihemed Mihemed jî wiha anî ziman: "Ew bi pergala qirkirin û îşkenceyê vîna gelê Kurd tev da dikin hedef. Dixwazin gelê Kurd tune bikin. Lê Rêbertî ji me re îdeolojiyek pêşkêş kir ji bo ku em xwe pêş bixin û civakên xwe azad bikin. Li hember planên li dijî me, bisekinin."

Mihemed bang li kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê tev da kir ku li hember dagirkeriyê serî hildin û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin.

Mihemed Hebeş jî got ew li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in û siyasetên îşkence û qirkirinê şermezar kirin.

Hebeş destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin dê têkoşînê berdewam bikin û got: "Dewleta Tirk çi dike bila bike lê em dev ji ramanên Serok bernadin. Girêdana me bi Rêbertî, ji siyasetên wê yên li dijî azadiya gelan û Serok, xurttir e."

(şx)

ANHA