Sembola berxwedana gel a Kobanê: Apê Nemir

Evîndarê welatê xwe Apê Nemir tevî temenê xwe heya nefesa dawîn di nava berxwedan û têkoşînê de bû. Zarokên xwe li ser hezkirina welat mezin kirin û bi keda xwe ya bêhempa bû semboleke berxwedana dîrokî ya Kobanê.

Sembola berxwedana gel a Kobanê: Apê Nemir
18 cotmeh, 2024   04:10
KOBANÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGˈê 14ˈê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji sembolên Berxwedana Kobanê şervanê bi navê Xelîl Osman Hemê (Apê Nemir) şehîd bûye.

Apê Nemir sala 1950ˈyî li gundê Dehyanê yê Kobanê çavê xwe li jiyanê vedike. Apê Nemir ku kurê yekane yê malbatê ye û 5 xwişkên wî hene, di nava malbateke xizan de mezin dibe û bi bavê xwe re di çandiniyê de dixebitî. Apê Nemir ji ciwantiya xwe ve dildarê neteweya xwe ya kurdîtiyê bû, geşedanên siyasî yên li ser asta Kurdistanê dişopandin û beşdarî çalakiyên gel ên neteweyî dibû û alîkarî dida Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Apê Nemir di sala 1980ˈyî de Rêber Abdullah Ocalan li Şamê dibîne. Ji ber eleqeya wî bi siyasetê re, di dema ciwaniya xwe de 3 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye girtin. Lê tevî vê yekê dest ji çalakiyan berneda û bi israr xebatên xwe domandin.

Bi destpêka Şoreşa 19ˈê Tîrmehê re, Apê Nemir wekî şervan cihê xwe li eniyên berxwedan û parastina welat ji êrişên çeteyên Cebhet El Nûsra û DAIŞ`ê de girt. Di berxwedana Kobanê de li gundê Boraz, Çarqelî, Girê Sêvî yê başûrê Kobanê de 3 caran birîndar dibe. Herî dawî 45 roj piştî destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞˈê yên li ser Kobanê ku payîza 2014ˈan dest pê kir, Apê Nemir ji mil û lingê xwe birîndar dibe û wî dibin Nexweşxaneya Pirsûsê ya li Bakurê Kurdistanê. Piştî tedawiya xwe bi dawî dike, careke din vedigere Kobanê û cihê xwe di çeperên berxwedanê de digire.

Hevjîna şehîd Apê Nemir, Şemse Mihemed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dema berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞˈê de Apê Nemir ji wê û zarokên xwe xwest ku li Kobanê bimînin û parastinê bikin. Şemse anî ziman ku ew û zarokên xwe li eniyên berxwedanê cihê xwe girtin.

Kurekî Apê Nemir di komkujiya DAIŞˈê ya Hezîrana 2015ˈan de şehîd bû û 2 zarokên wî di nava yekîneyên parastinê de erkên xwe bi cih tînin.

Şemse Mihemed li ser taybetmendiyên Apê Nemir ev tişt parve kir: "Gelek ji bajarê xwe û gelê xwe hez dikir. Bi tevgra rizgariyê ve girêdayî bû. Ji min dixwest pê re bigerim û alîkariyan ji bo tevgerê kom bikim. Zeîfbûn qet qebûl nedikir. Zarokên li ser hezkirina welat û gel perwerde dikir. Li hemberî gendeliyê şer dikir. Her timî şîret li zarokan dikir ku bi paqij bin û bi tevahî îradeya xwe şoreşê biparêzin."

Piştî berxwedana Kobanê Apê Nemir li taxa Kaniya Kurdan di maleke besît de ku para xwe ji bermahiyên şerê dijwar wergirtiye, bi cih bû.

Apê Nemir li gel şervaniya di nava YPGˈê de cihê xwe Meclisa Lihevanînê de digirt û beşdarî tevahî çalakiyên girse dibû, her wiha qada civak de xebat dida meşandin.

Ji hevreyên 10 salan ên Apê Nemir, Îsmaîl Elî diyar kir ku "Apê Nemir xwedî rihekî çalakî bû, di nava berxwedanê de bû ku rêya ber bi aştiyê ve didît, ji fikrê Rêbertî û tevgerê ve perwerde dibû, mutewazin bû, ji bajarê xwe gelekî hez dikir."

Apê Nemir 14ˈê Cotmeha îsal (2024) di 74 saliya xwe de ji ber krîza dil şehîd bû. Cenazeyê wê 15ˈê Cotmehê bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat veşartin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî ji bo Apê Nemir daxuyaniyek da û ev tişt diyar kir: "Em bi minetdarî wî bi bîr tînin û li pêşberî têkoşîna wî ya hêja û sekna wî ya welatparêziyê bi hurmet bejna xwe ditewînin."

(bb)

ANHA