Mexdûrên şer: Însiyatîfa Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e

Mexdûrên ji Lubnanê vedigerin, diyar kir ku vegera bi rêya însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vebijêrka herî guncaw e û spasiya Rêveberiya Xweser kir. 

Mexdûrên şer: Însiyatîfa Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e
18 cotmeh, 2024   07:10
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Di encama şerê Hizbullaha Lubnanê û Îsraîlê de bi deh hezaran sûriyeyiyên li Lubnanê kar dikir, vegerîn welatê xwe.

Ji bo pêşwazîkirina wan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 24`ê Îlonê ragihand ku ew amade ye sûriyeyiyan û lubnaniyan pêşwazî bike. Ji bo hêsankirina vegera wan maseya krîzê ava kir.

Li gorî maseya krîzê 19 hezar û 754 mexdûr gihaştine herêmê.

Maseya krîzê jî xebatên tenduristiyê û xwarinê pêşkêş dike û hatina mexdûran hêsan dike.

‘BEROVAJÎ SÎNORÊN SÛRIYE-LUBNANÊ TU ASTENGÎ TUNE BÛN’

Mehmûd El Mihemed ê ji bajarê Hecînê ku ji Lubnanê vegeriye, got: "4 sal berê ez ji bo kar çûm Lubnanê. Niha jî piştî şerê Îsraîlê bi Hizbullahê re, dîsa em vegeriyan bajarê xwe. di rê de zehmetî hebûn, nemaze li deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re."

El Mihemed spasiya Rêveberiya Xweser û sekna wê ya li kêleka sûriyeyiyan û lubnaniyan kir û got: "Me pêşwaziyeke wisa, texmîn nedikir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, vegera min hêsan kir û em hêvî dikin wisa berdewam bike."

El Mihemed pêşwazîkirina koçberên vedigerin wisa wesifand: "Dema em ketin herêmê em hinekî vehesîn. Berovajî sînorên Sûriyeyê, pêşwazîkirin germ bû û bê astengî bû."

El Mihemed da zanîn ku komîn û meclisa xwecih, daneyên malbatê wergirtine ji bo ku ji wan re nan û sotemeniyê peyda bikin û heta zarokên wan di dibistanên Hecînê de qeyd kirine.

‘EM BI EWLEHIYÊ HESIYAN’

Salih El Mihêmîd jî ji rojhilatê Dêrazorê ye û mîna El Mihemed piştî şerê Îsraîlê ji Lubnanê vegeriye herêmê. El Mihêmîd spasiya Rêveberiya Xweser kir û der barê rêwîtiya vegerê de wiha axivî: "Me gelek zor û zehmetî kişand. 4 roj li çolê man. Tenê li deriyê Tebqayê em hinekî vehesîn û bi ewlehiyê hesiyan. Rêveberiya Xweser li deriyê alîkariya me kir. Ji bo ku em bê astengî bikevin herêmê, rê ji me re dabîn kir."

‘DEMA EM GIHAŞTIN DERIYÊ TEBQAYÊ HÊVIYA ME MEZIN BÛ’

Meryem El Xalid a ji Lubnanê bi malbata xwe re vegeriyaye got: "Em neçar man birevin. Rê dijwar bû. Ji bo ku em sînorên Lubnan-Sûriye derbas bikin me 100 dolar da. Li Şamê jî, otel tune bûn. Her tim biha bû û bi dijwarî me peyda dikir."

Meryemê destnîşan kir ku di rê de û li bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê gelek pere dane û heta bi wan re bi awayekî ne baş mijul bûne û wiha lê zêde kir: "Dema em gihaştin deriyê Tebqayê hêviya me mezin bû û em bi ewlehiyê hesiyan."

 Di dawiyê de Meryemê got: "Ez ê li vir bi xelkê bajarê xwe re bijîm û ji vir dernakevin."

(şx)

ANHA