‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê ye’

Jinên ji bajarê Şedadê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola fikirî û têkoşîna ji bo edalet û demokasiyê ye û got azadiya wî ya fîzîkî dê guhertinên bingehîn çêke.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê ye’
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê ye’
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê ye’
25 gulan, 2025   07:15
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" pêngaveke navneteweyî hatibû ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di Adara 2024’an de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû.

Piştî ragihandina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de, çav li rê ye ku qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî bi dirûşma "Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin.

Têkildarî pêngavê jinên ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji ANHA’yê re axivîn.

Umeya Hecûb anî ziman ku tecrîda giran a ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye kiryarekî dermirovî û derexlaqî ye û got: "Tevî nameyên aştî û jiyana hevbeş ên Rêber Abdullah Ocalan jî lê dewleta Tirk pêkanînên xwe yên çewsîner didomîne."

Umeya Hecûb diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir minareyeke fikirî ku îlhamê dide nifşan û got: "Rêber Abdullah Ocalan sembola fikirî û têkoşîna ji bo edalet û demokasiyê ye."

Nebia El Sincar jî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got, tevî bangên wî yên bidawîkirina şeran û destpêkirina pêvajoya siyasî, lê tecrîd hîna dewam dike.

Nebia El Sincar di dawiya axaftina xwe de got: "Rêbertî di nameya xwe ya dawî de teqez kiriye ku pêdivî bi peymanek nû ya li ser esasê jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhate û mezheban de heye. Ev yekî wê dê guhertinên bingehîn di şêwaza fikirî û siyasî de çêke."

(bb)

ANHA