Parêzer: Daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mafekî mirovî û qanûnî ye

Parêzeran diyar kir ku daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mafekî qanûnî û mirovî ye. Parêzeran da zanîn ku vê daxwazê mijara siyasî derbas kiriye û bûye bangeke exlaqî.

Parêzer: Daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mafekî mirovî û qanûnî ye
25 gulan, 2025   02:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" pêngaveke navneteweyî hatibû ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di Adara 2024’an de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû.

Piştî ragihandina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de, çav li rê ye ku qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin.

Têkildarî pêngavê parêzerên ji bajarê Hesekê nêrînên xwe bi ANHA’yê re parve kirin.

Parêzer Kawa Fatimê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe û dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên mirovahiyê re êdî nûnertiya îradeya bi deh milyonan kesên dike.

Kawa Fatimê diyar kir ku pêngava navneteweyî ya ku dê bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin berdewama pêngavên ku ji Cotmeha 2023`yan ve ye û wiha dom da axaftina xwe: "Pêngavê raya giştî ya cîhanê livand, xwe li ser maseyên nîqaşên siyasî ferz kir û bû rojeva Yekitiya Ewropayê. Di encama zexta siyasî û ya gel de desthilata Tirk rê da ku serdan bê kirin.”

Fatimê destnîşan kir ku dosyaya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, bi taybetî dosyaya Rêber Abdullah Ocalan tevlihev û gelekî bi girêk e û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi desteka îstîxbaratên navneteweyî bi rêbazên neqanûnî hat girtin. Rêbazê girtinê jî binpêkirina pîvanên edalet û qanûnên navneteweyî ye."

Fatimê bi bîr xist ku li gel derbasbûna 25 salan di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re, lê di destûra Tirkiyeyê de û li gorî qanûn naveteweyî divê mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan were bicihanîn û serbest were berdan.

Parêzer Ala Mihemed Emîn jî diyar kir ku daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re xwestekeke qanûnî ye. Her wiha bi bîr xist ku ji dema avabûna PKK’ê ve û heya niha bangên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo parastina gelên bindest, pêkanîna azadî û edaletê nesekinîne.

Parêzer Ala Mihemed Emîn da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di girîgeha Îmraliyê de ji bo aştiyê gelek caran bang kiriye û got: "Lê dewleta Tirk siyasetên xwe yên çewisandinê li dijî gelê herêmê didomîne û çareseriyên siyasî û aştiyane red dike."

Ala Mihemed Emîn îşaret bi vê yekê kir ku mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre du sedemên sereke û ev nirxandin kir: "Sedema yekem sedema qanûnî ye; ji ber ku Rêbertî 70 sal derbas kiriye. Li gorî qanûnê navneteweyî, girtiyên ku 70 sal di girtîgehê de derbas kiribin, dikarin serbest bên berdan an ji ji bo hebsa malê were veguhestin. Sedema duyemîn jî mirovî ye; Rêber girtiyekî siyasî ji rêzê nîn e, ji ber ku Rêbertî hêviyên gelê Kurdistanê û bindestên li cîhanê îfade dike wekî dengê aştiyê û pêxemberê azadiyê tê dîtin."

(bb)

ANHA