Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê hevdîtin kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li Hewlêrê bi Tom Barrack re civiya, di civînê de rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê hevdîtin kir
16 hezîran, 2026   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û şandeya pê re civiya. Hate ragihandin ku di civînê de her du aliyan rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine.

Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de amade bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî civînê daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin; “Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên herêmê, her wiha bi taybetî rewşa Sûriyeyê hate gotûbêjkirin. Her wiha mijara pêşxistina hevkariya di navbera Kurdan û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hate nîqaşkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê, Barrack tekez kir ku ji bo aramî, îstiqrara herêmê, ji bo dîtina çareseriyek guncar û giştgir ji bo qeyrana Sûriyeyê wê welatê wî piştgiriya xwe bidomîne.

Her wiha li gor daxuyaniyê, di civînê de behsa çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalog, lihevkirina di navbera aliyan de ji bo dabînkirina hemû mafên Kurd û pêkhateyên din yên li Sûriyeyê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku di civînê de tekezî bi dabînkirina aramî û ewlehiyê j bo Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hate kirin.