Êrişa li Tedmurê: Hejmara kuştiyan bû 92

Hate zanîn ku hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmurê ya Sûriyeyê, bû 92.

Êrişa li Tedmurê: Hejmara kuştiyan bû 92
22 mijdar, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser Tedmurê bû 92 û 21 birîndar jî hene.

Artêşa Îsraîlê 20ˈê Mijdarê li bajarê Tedmurê 3 dever (2 cih li taxa Cumiye û depoyeke çekan a li nêzî herêma pêşesaziyê) bombebaran kiribûn.

(bb)