Avakirina komîteyeke şopandinê ya daîmî ji bo encamên "Komxebata Siyasî ya Şehba"

Komxebata siyasî ya li Reqayê ya der barê  koçberiya bi darê zorê de hatiye lidarxistin, rêze pêşniyar derxistin, ya herî berbiçav jî avakirina komîteyeke şopandinê ya daîmî ku armanca wê gihandina rêyekê ji bo vegera koçberan, têkiliya bi rayedarên peywendîdar re, belgekirina binpêkirinan û pêşkêşkirina wan ji saziyên hiqûqî yên navneteweyî re were erkdarkirin.

4 tebax, 2025   21:32
REQA

Li hola Iştar a bajarê Reqayê Komxebata Siyasî ya El Şehba bi dirûşma " Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan" hate lidarxistin. 

Nûnerên ji herêmên El Bab, Ezaz, Cerablus, Til Eran, Til Hasil û Minbicê, her wiha kesayet û saziyên siyasî û civaka sivîl ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di heman demê de nûnerên Navenda Firat a Lêkolînên Stratejîk, MSD, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Rêxistina Cîhanî ya Mafê Mirovan, Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Jeosiyasî, Kongreya Star, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên saziyên civaka sivîl ên Reqayê jî beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de endama komîteya amadekar û koçbera ji Şehbayê Rîhab Cibo axivî.

Rîhab spasiya beşdaran kir û destnîşan kir ku 4’ê Tebaxê rojeke girîng e ji ber ku di vê rojê sala 2013’an de xelkên Şehbayê koçber bûn.

Piştre hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û diyar kir ku diyalog û lihevkirina neteweyî tekane rêya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye û li dijî qonaxa veguhêz a nebaş hişyarî da.

Piştre Fermandarê Eniya El Ekrad Elî xemgîniya xwe ya kûr ji bo tiştên ku di vê rojê de li herêma Şahba qewimîn anî ziman û ji ber paşguhkirina koçberiyê rexne li rêxistinên navneteweyî kir.

Elî tekez kir ku "Eniya El Ekrad" ji damezrandinê ve ji bo parastina rûmet û axa xwe qet dudilî nekiriye, û "hêzên tarî" li dijî wan, bi taybetî li Til Eranê, komkujî kirine.

Elî di dawiya axaftinên xwe de herêma Şehba, bi cihêrengiya xwe ya çandî û mezhebî, wekî "kilîta çareseriyê li Sûriyeyê" bi nav kir, ku bêyî wê çareseriyeke rastîn nayê bidestxistin û anî ziman ku ev komxebat peyamek e ji bo guhertina nexşerêye.

Piştire sineviziyonek li ser xwezaya Şehibayê û bûyerên koçberiyê heta roja îro hate pêşkêşkirin.

Di beşê yekê de ku li ser koçberkirina bi darê zorê ku sûcekî sîstematîk e ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Cuma Kalo ve hate xwendin.

Cuma Kalo diyar kir ku diyardeya koçberîya bi darê zorê li Sûrîyê sûcekî sîstematîk e û amrazekî stratejîk e ji bo bidestxistina armancên jeopolîtîk.

Kalo destnîşan kir ku şer û pevçûnên çekdarî li Sûriyeyê, bi taybetî li deverên wekî Ezaz, El Bab û Cerablusê bûne sedema sûcê koçberiya bi zorê ji aliyê komên çete qaşo yê bi navê Artêşa Neteweyî û Ehrar El Şerqiye ve. Ev yek bûye sedema hilweşîna tevna civakî û windakirina milk û nasnameya çandî ya gelên resen.

Piştire beşdar axivîn bang li rayedarên têkildar kirin ku kesên berpirsiyarê koçberkirina xelkê Şehbayê li ser asta navneteweyî hesab bidin, projeyên ji nû ve bicihkirinê rawestînin û  binpêkirinan belge bikin da ku vegera ewle ya koçberan misoger bikin.

Di beşê duyemîn de zehmetiyên koçberên hundir û derve hate nirxandin.

Endamê Komîteya Amadekar a Komxebata Siyasî Îsmaîl Mûsa, destnîşan kir ku ji ber koçberiya bi darê zorê yên dubare, niştecihên herêma Şehbayê, zarokên wab ji perwerde û baldariya tenduristiyê êşan dijîn.

El Mûsa bawer dike ku armanca van kiryaran ji holêrakirina hebûna Kurdan û pêkanîna guhertineke demografîk e ku xizmeta ajendayên herêmî dike.

Piştire beşdaran bang li desthilata veguhêz a Şamê kirin ku berpirsiyariyên xwe yên li hember hemû Sûriyan bigire ser xwe, di bin garantiyên navneteweyî de deriyê vegera kesên koçber bûne veke, mafên wan ên çandî û zimanî misoger bike, hesap ji sûcdaran bixwaze û milkê koçberan vegerîne.

Mijara sêyemîn di Komxebatê mafê vegerê û hesabpirsînê, nêzîkatiyên siyasî û berpirsiyariyên neteweyî hate nîqaşkirin.

Ev mijar ji hêla endama komîteya amadekar Cîhan Xidiro ve hate pêşkêş kirin.

Cîhan eşkere kir ku penaberên Kurd ên li sirgûnê di gelek astan de zehmetiyan dibînin, ji ber koçberkirina bi darê zorê di sala 2013’an de, di warê psîkolojîk de zehmetiyan dijîn.

Di beşa sêyem de jî beşdaran bang li hikûmeta veguhêz a Şamê kirin ku berpirsiyariya xwe di misogerkirina vegera wan, dabînkirina garantiyên navneteweyî û qanûnî ji bo parastina wan, hesabpirsîna kesên sûcdar û vegerandina milkê wan de bigire ser xwe.

Di dawiyê de komxebat bi hejmarek pêşniyaran bi dawî bû, ku ji hêla endamê komîteya amadekar, Rihab Cibo ve hatin xwendin:

1. Mafê vegera xelkên Şehbayê bo deverên wan mafekî ku bi demê re nayê jibîrkirin, û ne jî bi encamên danûstandinan an çareseriyên siyasî ve girêdayî ye.

2. Piştgiriya peymana 10’ê Adarê ya di navbera serokê hikûmeta veguhêz, Ehmed El Şeri û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, bi taybetî xala têkildarî mijara koçberan û misogerkirina vegera wan a ewle.

3. Em her projeyên ku armanc dikin rastiyek demografîk a nû ferz bikin, an jî hewl didin nexşeyên civakên Sûriyeyê ji nû ve xêz bikin da ku xizmeta ajendayên herêmî bikin, red dikin. Em her guhertinek demografîk a ku di bin koçberî an zorê de çêbûye wekî neqanûnî dibînin û divê were vegerandin.

4. Bang li hikûmeta veguhêz hate kirin ku bi naskirina eşkere ya mafê vegera ewle, derxistina qanûnek ku vegera milkan garantî dike û hesabpirsîna hemû kesên ku ji binpêkirin û komkujiyên li dijî sivîlan, berpirsiyar in, berpirsiyariya xwe ya rasterast ji bo vê mijarê bigire ser xwe.

5.her wiha bang li Rêveberiya Xweser hate kirin ku berpirsiyariya koçberên ji herêma Şehbayê bigire ser xwe, wan di warê siyasî û ragihandinê temsîl bike, vê mijarê li ser maseya danûstandinan li ber çavan bigire û di forumên navneteweyî de tekezê li ser vê yekê bike.

6. Bazirganî di mijara koçberan de di nakokiyên mezhebî de red dikin, ji ber koçber hewceyî edaleta rastîn in û cihê wan ê xwezayî di Sûriya nû de ye.

7. Bang li hêzên neteweyî, navdewletî, herêmî û piştgir ên ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de beşdar in dikin ku mijara koçberî, hesabpirsîn û vegerê li navenda çareseriya siyasî bi cih bikin.

8. Avakirina komîteyeke şopandinê ya daîmî ji bo bicîhanîna encamên Komxebata El Şehba, erka wê ev be:

* Ji bo vegera koçberan nexşerêyek çêbike û bi têkiliyê bo rayedarên peywendîdar re bike.

* Binpêkirinan belge bike û wan pêşkêşî saziyên hiqûqî yên navneteweyî û herêmî bike.

* Ji bo misogerkirina piştgiriya siyasî, medyayî û hiqûqî ji bo vê pirsgirêkê bi saziyên neteweyî û navneteweyî re têkiliyê bike.

(ac/şx)

ANHA