Li Til Temirê zarokek di hewzeke avê de fetisî

Li bajarê Til Temirê zaroka bi navê Mîrvan Silêman El Seyad a 5 salî di hewzeke avê de werbû, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li Til Temirê zarokek di hewzeke avê de fetisî
4 tebax, 2025   21:46
HESEKÊ

Herî dawî li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, keçeke 5 salî piştî ku di hewza avê ya malê de wer bû, xeniqî û mir.

Li gorî cîran û şahidên bûyerê, nûçegihanê me ragihand ku Mîrvan Selman El Seyad 5 salî ye, wekî her car li ser banê xanî dilîst, lê ji ber ku devê hewza avê baş nehatibû girtin, werbû hewzê, lê haya malbatê jê tune bû.

Piştî 2 saetan, malbat pê hesiya ku keça wan winda ye û dema lê digerîn di hewza avê de dîtin. Tevî hewldanên karmendên tibî, lê Mîrvan jiyana xwe ji dest da.

(ac/şx)

ANHA