Desteya Perwerdeyê: Ezmûnên li gorî metrayalên berê bi dawî bûn

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ezmûnên li gorî metaryalên rejîma berê, bi dawî bûn. Desteyê careke din, pabendîbûna xwe ya ji bo dabînkirina siberojê ji zarokên herêmê re û xurtkirina hevkariyê bi aliyên perwerdeyê yên têkildarî re, teqez kir.

Desteya Perwerdeyê: Ezmûnên li gorî metrayalên berê bi dawî bûn
4 tebax, 2025   21:13
Navenda nûçeyan

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ezmûn li herêmê bi dawî bûn. 

Desteyê destnîşan kir ku bi koordîneya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, navendên ezmûnan li 5 kantonan, hatin vekirin. Desteyê da zanîn ku ji bo meşandina ezmûnan bi awayekî rêk û pêk, komîteyên hevbeş ên demkî hatine avakirin. Her wiha tedbîrên îstîsna ji bo tomarkirin û qeydkirina xwendekaran hatin girtin.

Desteyê da zanîn ku tevî wan tedbîran jî, lê gelek astengî derketin pêş mîna diyarkirina navendan, lê bi hevkariya desteyên perwerdeyê ev astengî der bas kirine û ev kar temam bûye.

Desteyê ragihand ku ezmûnên navîn û amadehî li gorî metaryalên Şamê yên di Hezîran û Tîrmehê de dest pê kirine, bi dawî bûn. Desteyê anî ziman ku ji bo ku xwendekar mafê xwe di ezmûnan de bi dest bixin, ev gav avêtiye.

Desteyê ragihand ku ew pabendî dabînkirina siberoja xwendekaran, xurtkirina hevkariyê bi aliyên perwerdeyê yên têkildar re, her wiha misogerkirina pêşerojeke akademîk a baştir ji zarokên herêmê re, ye.

Di dawiyê de desteyê spasiya kadroyên perwerdeyê û endamên rêveber, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meclisên rêveber ên kantonan, desteyên hundirîn, tenduristiyê, yekitiya şaredariyan kir ku ji bo biserxistina ezmûnan hewldan kirine.

(şx)