’Aştî bingeha avakirina siberojeke birûmet e’

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê destnîşan kir ku aştî cihê rast û guncaw dide jinan û rê li ber nifşên nû vedike ku bi aramî û rûmet bijîn.

’Aştî bingeha avakirina siberojeke birûmet e’
1 îlon, 2025   21:03
DÊRAZOR

Kombûna Jinan Zenûbiyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek  li ber avahiya Desteya Jinan a li devera El Meamel ya kantona Dêrazorê  da. Daxuyanî bi amadebûna endamên desteyên jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û meclisên herêmî hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Mala Jinan Seher El Sultan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aştî ne tenê daxwazek ji rêzê ye, lê ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet û siberojeke guncaw maf û pêwistiyek e. Hat gotin: "Em Kombûna Jinan a Zenûbiya me peyama hêvî, israra avakirina jiyaneke bi rûmet û pêşerojeke baştir ji bo nifşên nû higirtiye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin roleke sereke di avakirina pêşerokeke aram û istiqirar de dilîze, ji ber vê yekê aştî cihê rast dide jinan û pêşerojeke aram û rûmet ji bo nifşên nû pêşkêş dike.

Di daxuyaniyê de fikir û nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a  der barê aştiyê ya li ser bingeha diyalog û naskirina hevbeş, avakirina pergalên demokratîk ên dadperwer hate nirxandin.

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bang li hemû çalakvanên civakî û siyasî kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bibin rastiyek berbiçav û destnîşan kir ku eger hewldan yekgirtî bin û têkoşîn berdewam bike, bidestxistina wê pêkan e.

Di dawiya daxuyaniyê de, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir.

(ac/bb)

ANHA