‘Hevgirtina nîştimanî mertala parastina ji komkujiyan e’

Şêniyên  kantona Dêrazorê diyar kir ku bi yekitiya nîştimanî ya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de rê li ber dubarkirina komkujiyan tê girtin. Şêniyan daxwaz kir ku siberoja Sûriyeyê bi avakirin û lihevkirina nîştimanî pêk were.

‘Hevgirtina nîştimanî mertala parastina ji komkujiyan e’
2 îlon, 2025   05:15
DÊRAZOR
FATMA EL EBID

Şêniyên kantona Dêrazorê kîndarî û hewldanên derxistina fitneyan di navbera civakê de red kirin û girîngiya hevgirtina nîştimanî vegotin.

Şêniyê bi navê Seîd El Hemûd da zanîn ku ew li ser yekitiya nîştimanê bi isar in û wiha axivî: “Hevgirtin mertala bi hêz a parastina me ji komkujiyan e. Em baş dizanin planên qirêj li dijî me hemûyan hene. Em dizanin kî li pişt hewldanên derxistina bê aramiyê ye.”

El Hemûd, bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku li dijî hewldanên tevlihevî û kîndariyê hevgirtina xwe bi hêztir bikin.

Şêniyê bi navê Xilêf El Hemdan ê ji bajarê El Firat a rojhilatê Dêrazorê jî bana parastina destkeftiyan kir û got “Qurbaniyên ku gel me dane, bi taybet şehîdên me, me mecbûr dikin em parastina nirxên pîroz ên welatê xwe bikin. Em bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin.”

El Hemdan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê herêmê bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji tevahî cîhanê re isbat kir ew xwedî îradeya azad û hêza guhertinê ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Em bi têkoşîn û fedakariya şehîdên xwe serbilind in. Li ser nirxên wan em ê Sûriyeya demokratîk a ne navendî ava bikin.”

El Hemdan daxwaza pêkanîna guhertineke bingehîn kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dem dema guhertina demokratîk e. Divê destûreke adilane ya ku mafê her kesî biparêze nivîsandin. Bi vê yekê dê dawî li komkujî û êşa gelê Sûriyeyê were.”

El Hemdan di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku ew qebûl nakin êşa gelê Sûriyeyê dewam bike û ev tişt anî ziman: “Gelê me ji şer û bermahiyên wê aciz bûne. Niha jî yekane rêya çareseriyê û xilasbûna ji şer, dan û stendin û lihevkirina nîştimanî ya di navbera hemû eşîr û pêkhateyan de ye.  Wiha em ê bi hev re bighêjin Sûriyeya nû ya bi hêz û ewle.”

(dc)

ANHA