Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir

Yekîtîya Şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêkanîna projeyek asfaltkirina rêya 100 kîlometreyî ya di navbera bajarên Qamîşlî û Dêrikê de kir. Ev proje piştî projeya Rêya Ebyed ya di nabera bajarên Heseke û Reqayê e, duyemîn projeya binesaziyê ya herî mezin e li herêmê.

Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir
Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir
Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir
Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir
Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir
Asfaltkirina rêya 100  kîlometreyî dest pê kir
25 hezîran, 2025   12:59
QAMIŞLO

Di sala 2022`an de, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji projeyên xwe yên stratejîk ên herî mezin dest pê kir, ew jî projeya asfaltkirin û berfirehkirina rêya di bavbera bajarên Qamîşlo û Dêrikê de ye. Girîngiya projeyê ew ku pênc bajarên mezin (Qamişlo, Tirbespiye, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê) bi hev ve girêdide, û xizmeta zêdetirî 500 gundên li ser rê dike.

Piştî plansazî û xebatên 3 salan, îro xebata asfaltkirinê dest pê kir, xebatên asfeltkirinê ji rêya Embara dest pê kir û dê heta Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo dirêj dibe. Ev beşa rê 2 kîlometre dirêj û 9 metre fireh e. Biryar e ku proje di sê rojan de biqede.

Endezyarên berpirsiyarê projeyê diyar kirin ku di vê salê beşa rê ya ji gundê Nemetliyê heta bajarê Tirbespiyê, û her wiha ji baarê Dêrikê heta Girkê Legê jî temam bibe. Dirêjahiya vê rêyê 100 kîlometre ye.

Rêya 100 kîlometreyî ya ku bajarên Qamîşlo û Dêrikê bi hev ve girêdide, duyemîn projeya herî mezin e ku ji hêla Yekîtîya Şaredariyan ve tê bicîh kirin, piştî rêya El Ebyad a 170 kîlometreyî di navbera bajarên Heseke û Reqayê de, ku di sala 2024an de hate temam kirin.

(k)